Eger hun nikaribin lênêrîna zarokên xwe sererast bikin, hun dikarin wan bi xwe re bînin. Destûr ji zarokan re heye ku bên odeya dadgehê. Lê ji kerema xwe ji bîr nekin ku carinan tiştên li Dadgehê dihên axaftin dibe grafîk bin (wêne bin) an jî xemgîn bin. Her wiha dibe ku Dadgeh pir mijûl û qelebalix be. Dibe ku demên dirêj ên bendewariyê hebin. Dema Dadgeh qelebalix be jî, hê jî girîng e ku mirovên li odeya dadgehê bêdeng bimînin dema bendewar bin.
Di malperê de zaniyariyên berfireh ên li ser çûyîna Dadgehê û xizmetên dadgehê hene. Di heman demê de gelek girêdanên bi çavkanîyên din ên alîkariyê jî hene.