Queensland Courts - Court Info Logo
Mijarekê hilbijêre Zimên biguherîne X

Mijarekê hilbijêre

Zimên biguherîne

Protokola Dadgehê

Dadgeh cihekî fermî û cidî ye. payîn ku mirov bi rengî tev bigerin ku hurmetê nîşanî sîstema Dadgeh û dadmendiyê bikin. 

Dadwer 

Her ku Dadwer bikeve odeyê yan derkeve, divê hun rabin ser xwe û serê xwe bitewînin. Kengî hun bikevin odeya dadgehê yan derkevin, divê hun serî li ber sîmbola hikûmeta Queenslandê bitewînin (Coat of Arms). Divê hun Dadwer wekîCenabê We” binav bikin û kengî Dadwer bangî we bike hun rabin ser xwe. 

Etîkêta Odeya Dadgehê 

Tê payin ku yên li odeya dadgehê bêdeng û hurmetdar bin. Heta ku ji aliyê Dadwer ve neyê gazîkirin divê hun neaxivin. Divê hun xwarinê nexwin, cixarê venexwin û benîşt nejûn.  

Dema hun li odeya dadgehê bin, teqes bin ku telîfona we girtî ye an jî bêdeng e. Divê hun wêneyan negirin an jî ti tiştî qeyd nekin. 

Di malperê de zaniyariyên berfireh ên li ser çûyîna Dadgehê û xizmetên dadgehê hene. Di heman demê de gelek girêdanên bi çavkanîyên din ên alîkariyê jî hene.