Queensland Courts - Court Info Logo
Mijarekê hilbijêre Zimên biguherîne X

Mijarekê hilbijêre

Zimên biguherîne

Qeyd

Qeyd li çalakiyên Dadgeha Dadweriyê dinêre. Ew li devereke Dadgehê ye, gelek caran li hewşê ye. Eger hun qeydê nebînin, hun dikarin ji yekî ku li Dadgehê dixebite bipirsin ku ji we re bibêje bê ka li ku derê ye. 

karmendên qeydê bi têgihiştina piraniya aliyên pêvajoya Dadgehê re dikarin alîkariyê bidin mirovên tên Dadgehê. Ew dikarin zêdetir zaniyariyan bidin we ku Dadgeh çawa dixebite, alîkarîya we bikin ku doza we li ku derê tê danîşin bibînin û alîkariya we bikin ji bo ku hun xwe bigihîjin xizmetên piştgirîyê. Qeyd jî ew cih e ku divê piraniya belgeyên dadgehê lê bên îmzekirin û bicihkirin (an jî dosyakirin), weke belgeyên têkildarî kefaletê. 

Qeyd nikare şîreteke yasayî bide we yan jî ji we re bêje bê ka hun ê çi bikin di doza dadgeha xwe de. 

Di malperê de zaniyariyên berfireh ên li ser çûyîna Dadgehê û xizmetên dadgehê hene. Di heman demê de gelek girêdanên bi çavkanîyên din ên alîkariyê jî hene.